Yarê! Gava tu hatî hingî ezê
Li rûkê te bidim Maç û Gezê
Gezek bese, lê maçek kême
Maçan ezê bikim dido û sisê
Yek li rû yek jî li çava
Yek li wan herdu lêva
Lê dibînim dîsan kêmin
Yek jî ji bo ewan sêva
Ne tirrse were bike lezê
Gava hatî hingî ezê
Li te bidim maç û gezê
* * * * *
Ger tu bixwazî û tu bêjî
Li te nadim ewê gezê jî
Da-nebêjî te ez êşandim
Te rû sor kir û kire rrejî
Lê maçek pirr mezin
Şûna wê tê bidî min
Bila lêv bikevin serhev
heta em ji hev têrbin
Ne tirrse were bike lezê
Gava hatî hingî ezê
Li te bidim maç û gezê
* * * * *
Ne tirrse were yara minê
Dê te maçkim carek tinê
Bi maçekê ezê rrazî me
Hema wekî wê cara dinê
Ez dest dirêjya nakim
Min navê pê dilî şakim
Dest dirêjî ne karê mine
Ez xortekî pir dil pakim
Ne tirrse were bike lezê
Gava hatî hingî ezê
Li te bidim maç û gezê
* * * * *
Saher Al_Baedrî
23.04.2010